Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan digihîne Dêra Zorê
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî dişîne parêzgeha Dêra Zorê.
Îro 30 Gulana 2026an, Hevrêzkarê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Sûriyê Pêşewa Behlewî ji Welat TV re da zanîn, ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwanekî alîkariyan ji bajarê Qamişlo dişîne Dêra Zorê.
Hevrêzkarê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Sûriyê diya kir ku alîkarî têra 1000 malbatî dikin, û ji alîkariyên mirovî û nexweşxaneyeke gerok pêk tê.
*Lehî û bilindbûna asta avê
Ji ber bilindbûna asta ava çemê Fertatê, bi hezaran mal li Dêra Zor û Reqayê û deverên din ziyan dîtine, Sêşema bûrî Berevaniya Sivîl hişyarî da nişteciyên nêzîkî çemê Feratê li Dêra Zorê û Reqayê ku asta avê bilind bûye û şepêleke lehiyan dê dirust bibe.
Her weha bang li xelkê kiribû ku di cî de mal û dukanên nêzîkî çem vala bikin û rêkarên xweparastinê bistînin.