ENKSê û Rêvberiya Efrînê başkirina rewşa deverê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî û rêveberiya Devera Efrînê başkirina rewşa jiyanê li deverê gotûbêj kir.
Ragihandina Devera Efrînê da zanîn ku Rêveberiya Efrînê û berpirsê Ewlehiya navxwe li deverê li gel berpirsên xwecihiya ENKSê û hejmarek nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên deverê civiyan.
Ragihandina Devera Efrînê got jî, di civînê de pêşniyarên girêdayî başkirina rewşa jiyanê, bihêzkirina rola civaka xwecihî di piştgiriya aramiyê de û çespandina hevkariyê di navbera xelkê û dezgehan de, hatin gotûbêjkirin.