Banka Navendî ya Sûriyê: Divê hemû nivîsgehên diravan lîreya nû bi kar bînin
Welat TV - Hewlêr
Banka Navendî ya Sûriyê hişyarî da hemû nivîsgehên guhertina diravan ku bi dana lîreya Sûrî ya nû pabend bin û êdî serederiyê bi lîreya kevin nekin.
Hakimê Banka Navendî ya Sûriyê Mihemed Sefwet Reslan di daxuyaniyekê de li ser tora Xê ev yek ragihand ku got, "Dema destnîşankirî ji bo bihevguhertina diravên nû ya Sûriyê bi ya kevin careke din hat dirêjkirin, û ev dem berdewam dike heta 31ê Tîrmeha bê".
Mihemed Sefwet hişyarî da hemû nivîsgehên guhertina diravan ku ew êdî pabned bin û lîreya kevin nedin tu kesî, da ku ew rastî sizayan neyên.
Hakimê Banka Navendî ya Sûriyê got jî, heta niha lîreya nû bi rêjeya 63% di nav bazarê de belav bûye ew dê lîreya nû bedrest bikin bi awayê ku lîreya nû bi tenê di bazaran de be.