Malbatên girtiyên HSDê li Kobaniyê banga diyarkirina çarenivîsa wan dikin

Malbatên girtiyên HSDê li Kobaniyê banga diyarkirina çarenivîsa wan dikin

Welat TV - Hewlêr

Li bajarê Kobaniyê, hejmarek malbatên girtiyên HSDê, li pêş navenda rêveberiya deverê, banga diyarkirina çarenivîsa wan kir.

Di xwepêşandanê de, zarok, ciwan û kesên bitemen ji malbatên girtiyan li pêş avahiya devera Kobaniyê kom bûn, wêneyên kesûkarên xwe hildan û banga berdan wan kir.

Duh cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî ji Welat TV re ragihand ku ta niha nêzîkî 1200 girtiyên HSDê yên cem hikûmetê hatine berdan û hin girtiyên HSDê ji bo dozên din daxwazkirî ne û divê rewşa wan bi awayekî yasayî were çareserkirin.

*Xwepêşandanên berdewam 

Di şerê HSDê û hikûmetê de, zêdetirî 1000 endamên HSDê hatin girtin û çarenivîsa gelekan ne diyar e, her dem û demekê, malbatên girtiyan, xwepêşandan li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê bi rê ve dibin.