Hewlêr.. ENKS û dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê astengiyên li pêş penaberan gotûbêj kirin

Hewlêr.. ENKS û dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê astengiyên li pêş penaberan gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Şandeke nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Herêma Kurdistanê serdana dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê kir û astengiyên li pêş penaberan hatin gotûbêjkirin.

Îro şandeke nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê serdana dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê kir û li gel berpirsê doseya Sûrî di dîwanê de Dr. Hemîd Derbendî civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Her weha astengiyên li pêş penaberên Sûrî çi li hundir an li derveyî kampan hatin gengeşkirin weke têçûnên bilind ên pişiknînên pizîşkî yên pêwîst ji bo nûkirina kartên niştecîbûnê, derbasbûna bûkan bo Herêma Kurdistanê, danheva malbatan û hevdîtinên li kunsilxaneyan ji bo dabheva maklbatan li derveyî Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Derbendî tekezî li li ser berdewamiya hewldanan ji bo kêmkirina azarên penaberan kir û diyar kir ku xizmeta penaberên Sûrî erkekî netewî û mirovî ye.