Hikûmeta Sûriyê: 369 hezar welatiyên Sûrî ji Libnanê vegeriyane

Hikûmeta Sûriyê: 369 hezar welatiyên Sûrî ji Libnanê vegeriyane

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta veguhêz a Sûriyê ragihand ku ji dema hilweşîna rêjîma Esed ve 369 hezar welatiyên Sûrî ji Libnanê vegeriyane warê xwe.

Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de îro da zanîn ku ji 8 Berçileya 2024an ve ta dawiya Gulana 2026an, 369 hezar welatiyên Sûrî ji Libnanê vegeriyane warê xwe.

Li gorî desteyê, wan rêkarên pêwîst ji bo vegera welatiyan asan kirine da ku barê wan sivik bikin.

Di dema dawiyê de, ji ber êrîşên Israîlê li Libnanê bi hezaran penaberên Sûrî vegeriyane warê xwe lê hîn rêjeya mezin a penaberên Sûrî li Libnanê maye.

Tevî hilweşîna rêjîma Esed, hîn gelek dever li Sûriyê wêranbûyî ne ev yek jî dibe rêgir li pêş vegera penaberan.