Îran êrîşî Kiwêtê dike

Îran êrîşî Kiwêtê dike

Welat TV - Hewlêr

Îranê bi dron û mûşekan êrîşî balafirxaneya Kiwêtê ya Navdewletî kir, Emerîka jî ragihand ku hêzên wê hejmarek êrîşên Îranê têk birine.

Wezareta Berevaniyê ya Kiwêtê di daxuyaniyekê de got, hejmarek dron û mûşekên Îranê, avahiyeke rêwiyan li balafirxaneya Kiwêtê armanc kir, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn û ziyanên mezin gihiştin avahiyê.

Wezaretê got jî, geştên esmanî hatin rawestandin û bo balafirxaneyên şûngir hatin veguhestin.

Ji aliyê xwe ve jî Fermandariya Navendî ya Emerîkî Sentkom ragihand, ku hêzên wê hejmarek êrîşên Îranê yên bi dron û mûşekan li deverê têk birine, wan westgeheke kontrolê ya Leşkerî Îranî, li Girava Qişim bombebaran kir.