Amadekariyên ezmûnên polên 9an û Bekelorya li Qamişlo temam bûn
Welat TV - Hewlêr
Amadekariyên lidarxistina ezmûnên polên Nehan û Bekeloriya li Qamişlo temam bûne.
Sibe 4ê Hezîranê ezmûnên pola Nehan dest pê dikin û di 6ê mehê de yên Bekeloriya jî dest pê dikin.
Serokê Komelgeha Perwerdeyê li Qamişlo, Azad Hisên ji Welat TV re da zanîn ku nêzîkî 7000 xwendekar ezmûnên polên Nehan û Bekeloriya li Qamişlo dê pêşkêş dikin.
Got jî yek ji astengiyên ku rastî amadekariyên ji bo ezmûnan hatî, proseya valakirina navendên ezmûnan bû "ji ber ku malbatên derbider li wan diman".
*Xwendekarên 9an û Bekeloriya li Parêzgeha Hesekê
Li gorî amarên Rêveberiya Perwerdeyê li Parêzgeha Hesekê, îsal 14.425 xwendevanên pola Nehan xwe ji bo ezmûnan tomar kiriye.
Ezmûnên wan jî dê li navendên Dêrik, Til Koçer, Qamişlo, Hesekê, Şedadê û Serê Kaniyê bi rê ve biçin.
Hejmara xwendekarên xwe ji bo ezmûnên Bekeloriya tomar kiriye gihiştiye 12.412 xwendevanan, û ezmûnên wan dê li navendên Qamişlo, Hesekê, Şedadê û Serê Kaniyê bi rê ve biçin.
Li seranserî deverên Sûriyê û li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê îsal 832.000 xwendevanên polên 9an û Bekeloriya navên xwe tomar kirine ji bo pêşkêşkirina ezmûnan.