Cotkar ji berhema gêlasan gazinan dikin

Cotkar ji berhema gêlasan gazinan dikin

Welat TV - Hewlêr 

Demsal berhevkirina gêlasan li Efrînê dest pê kiriye, lê cotkar rastî ziyanê hatine.

Cotkarek ji Welat TV re got, ji ber bayê kur, îsal demsal têk çûye, û berhem kêm e, sala bûrî weke niha êdî qonaxa sêyem û dawiyê ji berhevkirinê bû, lê îsal berhevkirin dereng ketiye û qonaxa ya yekem e.

Wî cotkarî da zanîn ku nirx erzan e kîloyek ji 1.5 ta 3 dolaran li bazaran tê firotin, ew jî li gorî têçûnê gelekî kêm e, û cotkar rastî ziyanê tên.

*80 hezar dar 

Li gorî wî cotkarî ku dîmen û zanyarî ji gundên Meydana yên navçeya Raco ji Welat TV re şandine, tekez kir ku li wan gundan (Şingêlê, Bîkê, Bilîlko) 80 hezar darên gêlasan hene, her weha li navçeya Şêrawa jî ew berhem tê xwedîkirin û çandin.

Efrîn û navçeyê wê bi berhemên xwe yên çandiniyên navdar e, ji bilî zaytûnan, her curek fêkî û keskatî tê de tê çandin û berhemanîn.