17,375 xwendekar ezmûnên pola nehan li Cizîrê, Kobanî û Efrînê pêşkêş dikin
Welat TV - Hewlêr
Îro ezmûnên pola nehan dest pê kirin, 17,375 xwendekar li Cizîrê, Kobanî û Efrînê ezmûnên xwe pêşkêş dikin.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê, hejmara xwendekarên ku ezmûnên pola nehan li seranserî Sûriyê pêşkêş dikin ragihand û got, gihişt 450 hezar û 884 xwendekaran, ew xwendekar li 2 hezar û 53 navendan ezmûnên xwe pêşkêş dikin.
Li gorî rêveberiya Perwerdeyê li Parêzgeha Hesekê,14 hezar û 425 xwendekar ezmûnên pola nehan li Dêrik, Til Koçer, Qamişlo, Hesekê, Şedadê û Serê Kaniyê pêşkêş dikin.
Li bajarê Kobaniyê jî, hejmara xwendekaranên ku ezmûnên pola nehan pêşkêş dikin 400 xwendekar e, biryar hatibû standin ku ezmûnên wan li Sirînê bin, lê piştî derketina xwepêşandanan û nerazîbûna xwendekar û malbatên wan, ezmûn li bajêr hatin encamdan.
Serokê Komelgeha Perwerdeyê Li Efrînê Arif Sîdo ji Welat TV re da zanîn ku hejmara xwendekarên Efrînê yên ku ezmûnên pola nehan pêşkêş dikin, dighêje 2 hezar û 550 xwendekarî.