Parêzgarê Siwêdayê: Girtina rê li pêş xwendekaran dijî yasayê ye
Welat TV - Hewlêr
Parêzgarê Siwêdayê got ku girtina rê li pêş xwendekaran da ku ezmûnan pêşkêş nekin, li dijî yasayê ye.
Îro Li gel destpêkirina ezmûnên pola 9an, xwendekarên Siwêdayê berê xwe da parêzgeha Gundewarê Şamê da ku ezmûnên xwe li navendên bo wan hatî destnîşankirin pêşkêş bikin.
Ajansa "SANA" ya fermî got ku grûpine çekdar nehiştin xwendekar û karmendên perwerdeyê ji Siwêdayê berev gundewarê Şamê derkevin, û rêya Siwêda-Şamê li pêş wan girt.
Her di vê derbarê de, parêzgarê Siwêda Mistefa Bekûr got ku girtina rêya Şehba û girtina rê li pêş xwendekaran da ku ezmûnan pêşkêş nekin, karekî li dijî yasayê ye.
Duh jî, Bekûr gotibû ku wan bi hemahengî li gel wezareta Navxwe û fermandariya Ewlehiya Navxwe li herdu parêzgehên Siwêda û Gundewarê Şamê hemû rêkarên ji bo selametî û ewlehiya ji bo xwendekaran standine.