3 welatiyên ji Kobaniyê ji duh ve wenda ne û kesûkarên wan banga alîkariyê dikin
Welat TV - Hewlêr
3 endamên malbateke Kobaniyê dema berê wan li Qamişlo bû wenda bû û keskûkarên wan banga alîkariyê dikin ji bo naskirina çarenivîsa wan.
Duh welatiyên bi navên (Welîd Qarî, Mihemed Qarî û Fatima Qarî) ji şêniyên gundê Yaramaz ê Kobaniyê berê xwe da Qamişlo ji bo serdana nexweşxaneyekê.
Kesûkarên wê malbatê got ku ji duh ve û ta niha nûçeyên wan her sê welatiyan hatin birîn û tu zanyarî li ser çarenivîsa wan nîn in.
Kesûkarên malbatê bi rêya Welat TV bangê dikin ku her kesekî zanyariyek derbarê wan li cem hebe pywendiyê bi wan re bike bi rêya vê jimarê:
00963930493179