El-Hîlalî: 9000 endamên "Asayîşê" di nav de hezar jin tevlî Wezareta Navxwe dibin
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê parêzgarê Hesekê û berdevkê tîma serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê Ehmed El-Hîlalî da zanîn ku 9000 endamên Asayîşê yên HSDê, di nav de 1000 endamên jin tevlî Wezareta Navxwe ya Sûriyê dibin.
Ehmed El-Hîlalî ji kenala fermî ya Sûriyê re ragihand ku dema bê piroseya tevlîkirina Asayîşê bo Wezareta Navxwe dest pê dike ji bo temamkirina xalên rêkeftina 29ê Çileya bûrî.
El-Hîlalî got ku li gorî lîsteyên destpêkî 9000 endamên Asayîşê, di nav de 1000 endamên jin tevlî Wezareta Navxwe ya Sûriyê dibin.
Li gorî El-Hîlalî, hevdîtinên kesayetî dê bi wan endaman re werin encamdan û ne merc e ku encamên dawîn û hejmara destpêkî weke hev bin.
Ehmed El-Hîlalî diyar kir ku hûrbînî di belgeyên her endamekî de dê were kirin û qebûlkirina wan dê li gorî mercên temen, tendirustî, yasayî û pisporiyê be.
Derbarê heyama bidawîbûna pirosyê, El-Hîlalî got ku kar tê kirin ji bo bidawîkirina beşê mezin ji tevlîbûnê di Tîrmeha bê de.