UN: Mersûma /13/ gaveke girîng e ji bo parastina aştiya civakî li Sûriyê

UN: Mersûma /13/ gaveke girîng e ji bo parastina aştiya civakî li Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Neteweyên Yekgirtî pêşwazî li mersûma serokatiya Sûriyê ya jimare /13/ a taybet bi Kurdan kir û diyar kir ku vegerandina regeznameyê bo Kurdan gaveke sereke ye ji bo parastina aştiya civakî li Sûriyê.

Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di daxuyaniyekê de pêşwazî li mesûma serokatiya Sûriyê ya jimare /13/ a taybet bi Kyrdan kir, ku taybet rê bo Kurdên mektûm vekir daxwaznameyan ji bo vegerandina regeznameya Sûrî pêşkêş bikin.

Komisyona Bilind diyar kir ku mersûma /13/ gaveke girîng e ji bo çareserkirina rewşa ziyandîtiyên serjimêriya sala 1962an, ku regezname ji bi sedan welatiyên Kurd kişandin û ev yek jî bû sedem ku hejmarek mezin ji Kurdan ji xwendin, çavdêriya tenduristî, derfetên kar û mafên din ên sereke bêpar bimînin.

Karbirêkera Nûnerê Komisyonê li Sûriyê Esîr El-Mida’în jî di vê derbarê de da zanîn ku çareserkirina doseya bêregeznamebûnê gaveke sereke ye ji bo parastina tevlîbûna civakî, û tekez kir ku ew di hemahengiyê de ne li gel hikûmeta Sûriyê û bi hemû hevparan re berdewam in da ku hemû kesên ziyandîtî bigihin mafên xwe û belgehên xwe yên fermî bistînin.

*Gavên bicîkirina mersûma /13/

Beriya niha, Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab tekez kirbû ku ew kar ji bo bicîkirina temam a mersûmê jimare /13/ dikin, ji bo çareserkrina rewşa sivîl û ya yasayî ya welatiyên Kurd.

Li gorî amarên hikûmeta Sûriyê, ji dema destpêkirina wergirtina daxwaznameyên vegerandina regeznameyê, 2 hezar û 892 daxwaznameyên malbatî ku 10 hezar û 516 kesan li xwe digrin hatine pêşkêlşkirin.

►Her weha bixweîne.. Xalên mersûma Ehmed El-Şeri’ derbarê miletê Kurd li Sûriyê

►Her weha bixweîne.. Serjimêriya awarte li Rojavayê Kurdistanê