4 term di goreke bikom de li gundewarê Şamê hatin dîtin
Welat TV - Hewlêr
4 term di goreke bikom de li bajarê Qare li gundewarê Şamê hatin dîtin û hîn nasnameyên wan nehatine naskirin.
Jêderên xwecihî da zanîn ku li bajarê Qare li gundewarê Şamê 4 term di goreke bikom de hatin dîtin û ta niha tu zanyarî derbarê nasnameyên qurbaniyan an dema kuştina wan nehatine belavkirin.
Jêderan diyar kir ku aliyên peywendîdar berdewam in di lêgerînê de li deverê û eger heye ku gorên bikom ên din jî li deverê werin dîtin.
Beriya 5 rojan jî, hestiyên 5 kesan di hundir çenteyên girtî de li başûrê bajarê Qare hatibûn dîtin.
Li gorî zanyariyan, bajarê Qare di bin kontirola ”Hizbulah” a Libnanî de bû beriya hilweşandina rêjîma Esed.
Piştî hilweşandina rêjîma Esed bi hezaran term di bi dehan gorên bikom li deverên cuda yên Sûriyê hatin dîtin, û hîn jî çarenivîsa bi hezaran wendabûyan ne diyar e.