Hema.. Di teqîna sayloyekê de kesek hate kuştin û 7ê din birîndar bûn

Hema.. Di teqîna sayloyekê de kesek hate kuştin û 7ê din birîndar bûn
Hema.. Di teqîna sayloyekê de kesek hate kuştin û 7ê din birîndar bûn

Welat TV - Hewlêr

Teqînek li sayloyeke gundewarê Hemayê çêbû û kuştî û birîndar hene.

Îro teqînek li sayloyên bajarokê Kiferbo li gundewarê Hemayê çêbû û agir pê ket.

Di encamê de kesek hate kuştin û nêzîkî 7 kesan birîndar bûn.

Rêveberê Bazirganiya Navxwe li Hemayê got: "Di dema ku karê paqijkirin û çakirinê dihatin kirin, teqîneke tozê çêbû".
 
Got jî ku li gorî zanyariyên destpêkî, sedem ew bû ku belênderê çakirinê alava lihêmê di hinder de bi kar anîbû, û ev yek li dijî mercên ewlehî û silametiyê ye.