Rêveberê Kobaniyê: Em ê xwendekaran bi rêya karwanekî bikom bibin Sirînê
Welat TV - Hewlêr
Rêveberê Devera Kobaniyê ragihand ku ew ê xwendekaran bi rêya Karwanekî bikom bibin Sirînê da ku ezmûnan pêşkêş bikin.
Sibe Şemiyê li Sûriyê ezmûnên Bekeloriya dest pê dikin, û bi hezaran xwendekar li Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin navendên ezmûnan.
Ji bo xwendekarên Kobaniyê jî navend li Sirînê hatine amadekirin.
Di vê derbarê de rêveberê Devera Kobaniyê Ibrahîm Muslim ragihand ku sibe demjimêr 6 û nîvê sibehê dê xwendekar bi rêya karwanekî bikom berev Sirînê biçin da ku ezmûnan pêşkêş bikin.
Biryar hatibû standin ku ezmûnên xwendekarên Ppolên Nihan û Bekeloriya yên bajarê Kobaniyê li Sirînê bi rê ve biçin. Piştî derketina xwepêşandanan û nerazîbûna xwendekar û malbatên wan, ezmûnên pola nehan li bajêr têne encamdan, lê yên Bekeloriya her li Sirînê man.