Ezmûnên bawernameya Bekelorya li Sûriyê dest pê kir
Welat TV - Hewlêr
Îro ezmûnên bawernameya Bekeloriya li parêzgehên cuda yên Sûriyê dest pê kir, û bi hezaran xwendekar li Rojavayê Kurdistanê berê xwe da navendên ezmûnan.
Li gorî wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê, 368 hezar û 596 xwendekarên bekelorya ezmûnan pêşkêş dikin.
Li gorî amarên Rêveberiya Perwerdeyê li Parêzgeha Hesekê, hejmara xwendekarên xwe ji bo ezmûnên Bekeloriya xwe tomar kiriye gihiştiye 13 hezar û 715 xwendekaran, û ezmûnên wan li navendên Qamişlo, Hesekê, Şedadê û Serê Kaniyê bi rê ve diçin. Her weh Xwendekarên bajarê Kobaniyê jî li Sirînê ezmûnan pêşkêş dikin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Komelgeha Perwerdeyê Li Efrînê Arif Sîdo jî, ji Welat TV re da zanîn ku hejmara xwendekarên Efrînê yên ku ezmûnên Bekelorya dikin, dighêje 2 hezar 330 xwendekarî.