Rêveberekî Rêveberiya Devera Tendirustiyê li Kobaniyê hate destnîşankirin
Welat TV - Hewlêr
Rêveberekî rêveberiya devera tendirustiyê li bajarê Kobaniyê hate destnîşankirin.
Li gorî zanyariyan, bi biryarekê ji rêveberiya Tendirustiyê ya Helebê, DR. Dilşad Ismet Ebdo weke rêveberê devera tendirustiyê li bajarê Kobaniyê hate destnîşankirin.
Dr. Dilşad Ebdo hilgirê bawernameya pizişkiya diranan e ji Zanîngeha Hiwaş ya Himsê.