Salek di ser koçbarkirina hunermendê navdar Şevger Mîrza re derbas dibe

Salek di ser koçbarkirina hunermendê navdar Şevger Mîrza re derbas dibe

Welat TV - Hewlêr

Îro salek di ser koçbarkirina hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Şevger Mîrza re derbas dibe.

Hunermend Şevger Mîrza Sala 1963yan li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji Dayik bû. Sala 1979an de û temenekî biçûk de dest bi hunerê kir. Mîrza bêtirî 40 salî xizmeta folklor, stran û mûzîka Kurdî kir.

Şevger Mîrza yek ji damezrênerên Koma Biratî bû li Dêrikê sala 1982yan ku piştre navê wê bû Koma Ahîn.

Bi dehan stranên wî hene û gelek hunermendan stran û awazên wî gotine, wek Cemal Se’dûn, Azad Feqe, Adil Feqe, Ronî Cizrawî, Ismaîl Cum’a û Ebdulqehar Zaxoyî. Ji stranên wî yên navdar, strana Delala Dilê min, ku li ser Dêrikê ye.

*Koçbarkirin

Di 6ê Hezîrana sala 2025an de hunermendê navdar Şevger Mîrza li nexweşxaneyeke Duhokê koça dawî kir, û li bajarê wî Dêrikê bi xakê hate spartin.