Di rojekê de 6 şewat li deverên cuda yên Hesekê çêbûn

Di rojekê de 6 şewat li deverên cuda yên Hesekê çêbûn

Welat TV - Hewlêr 

Di rojekê de, hejmarek zevî û cih li gundewarê Hesekê şewitîn, ziyan bi tenê madî bûn.

Îro 6ê Hezîrana 2026an, Rêveberiya Hawarçûn û birêvebirina Karesatan li Hesekê di daxuyaniyekê de amarên roja Înê belav kirin û got, ku 6 agir hatine tomarkirin.

Rêveberiyê da zanîn, du agir ji wan li zeviyên çandiniyê li Şedadê û Til Hemîs bûn, her weha du agirên din girtin giya li gundê Erîşê.

Rêveberiya Hawarçûn û birêvebirina Karesatan li Hesekê da zanîn ku ew agir hatin kontrolkirin û ziyan bi tenê madî bûn.

Di rojên dawiyê de û bi destpêkirina werzê çinînê re, Rêveberiya Hawarçûn û birêvebirina Karesatan li Hesekê hişyarî ji şewtandina giya û metirsiyên vê yekê li ser berhemê çandiniyê da.