Wezareta Çandiniyê tevlîkirina dezgehên "Rêveberiya Xweser" radigihîne
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê destpêkirina tevlîkirina dezgehan li Hesekê ragihand.
Wezareta Çandiniyê di daxuyaniyekê de got, ku rêveberê Çandiniyê li Hesekê û erkdarkiriyê desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, civînek ji bo destpêkirina gavên tevlîkirina dezgehên çandiniyê li dar xist.
Di civînê de danîna pilaneke giştgir ji bo proseya tevlîkirinê hate gotûbêjkirin, û biryar hate standin ku Rêveberiya çandiniyê di destpêkê de were tevlîkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di wê civînê de behsa amadekarî û rêkarên pêwîst ji bo wergirtina berhema genim û serxistina werzê çandiniyê hate kirin.