Heciyên Sûrî bi rêya dergehê Nesîb vedigerin

Heciyên Sûrî bi rêya dergehê Nesîb vedigerin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberê Peywendiyên Giştî yê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê li Sûriyê ragihand ku ji ber mercên ewlehî û girtina balafirxaneyan ew ê heciyên Sûriyê bi rêya dergehê Nesîb ê sînorî bi Urdinê re vegerînin.

Mazin Elûş îro di daxuyaniyekê de li ser tora ”X” da zanîn ku hemû karmendên Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê li Sûriyê li dergehê Nisîb di amadebaşiyê de ne ji bo pêşwaziya heciyan.

Li gorî Elûş, tê pêşbînîkirin ku îşev derdora 700 heciyên Sûrî digihin dergehê Nesîb û wan hemû rêkarên pêwîst ji bo pêşwaziya heciyan û bilezkirina karûbarên wan standine.

Mazin Elûş diyar kir ku ew di hemahingiyê de ne li gel Wezareta Ewqafê, ku bolman amade kirine ji bo veguhestina heciyan ji balafirxaneya Elya´ ya navdewletî li Urdinê bo Sûriyê.

Elûş got jî ku her bolmanek dê ji 35 – 40 heciyî veguhêze Sûriyê.