Balafirxaneya Şamê careke din hate vekirin

Balafirxaneya Şamê careke din hate vekirin

Welat TV - Hewlêr

Korîdorîn esmanî li başûrê Sûriyê  û balafirxaneya Şamê careke din li pêş geştên esmanî hatin vekirin.

Serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya sivîl a Sûriyê Umer El-Huserî da zanîn ku korîdorên esmanî li başûrê Sûriyê û balafirxaneya Şamê ya Navdewletî careke din hatin vekirin û tevgera esmanî ji demjimêr 4ê pişt nîvro ve dest pê kir.

Umer El-Huserî diyar kir ku êdî tevger li balafirxaneya Şamê ya Navdewletî bi awayekî asayî berdewam dike.

Beriya vê daxuyaniyê, Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl ragihandibû ku wê korîdorên başûr û balafirxaneya Şamê ta demjimêr 11ê îşev girtin.

Girtina korîdorên esmanî li başûrê Sûriyê hat piştî êrîşa Îranê bi mûşekan li ser Israîlê, ku hejmarek ji wan mûşekan li başûrê Sûriyê ketin û bûn sedema ziyanên madî.