Serkirdeyên Israîl û Turkiyê daxuyaniyên tund li ser hejmûna li deverê arasteyî hev dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku ewlehiya Turkiyê ji Heleb û Şamê dest pê dike ne ji bajarê Hatay û Serokwezîrên Israîlê birsiva wî da û dibêje ku operasyonên wan li deverê berdewam dikin.
Erdogan îro di civîneke biloka perlemanî ya AK partî de got ku eger sînorek ji êrîşên Israîlê re li deverê neyê danîn, mirovatî tev de dê baca wê yekê bide.
Li gorî Erdogan, ewlehiya Turkiyê ji Heleb, Şam û Beyrûtê dest pê dike ne ji bajarê Hatay û ew rê nadin ku rewşeke dîfakto li Sûriyê û Libnanê were sepandin û li beramber êrîşên li ser wan welatan bê deng namînin.
Receb Teyib Erdogan diyar kir ku eger mafên Turkiyê û Turkên Qubrisê li rojihlatê Deryaya Spî werin binpêkirin, bersiva Turkiyê dê zelal û tund be.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de bersiva Erdogan da û got ku Erdogan dektator e, komkujiyan li dijî Kurdan encam dide, gelê xwe serkut dike û rikberên xwe yên siyasî dixe zîndanan.
Netanyahu da zanîn jî ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî Îran û hevparên wê li deverê berdewam bikin ji ber ku ew metirsiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê dirust dikin.
The antisemitic dictator Erdoğan – who is committing genocide against the Kurds, supports the Hamas terrorist organization, oppresses his own people and imprisons political rivals – is the last person who can lecture the State of Israel on morality.
— Benjamin Netanyahu - בנימין נתניהו (@netanyahu) June 10, 2026
The State of Israel and the…
Ev daxuyaniyên tund tên, piştî îmzekirina rêkeftinên ewlehî û berevaniyê di navbera Israîl, Qubris û Yonanê de, ku Turkiyê vê yekê dibîne weke hewlekê ji dorpêçkirina hejmûna wê ya deryayî re.
Welatê Qubris giraveke di rojhilatê Deryaya Spî de, hejmara nişteciyên wê derdora 1.4 milyon e, sala 1974an piştî destwerdana Trukiyê ya leşkerî, bû du beşan: Komara Qubris piraniya nişteciyên wê Yonanî ne û di bin kontirola Yonanê de ye û endam e di Yekîtiya Ewropayê de û Qubrisa Bakur piraniya nişteciyên wê Turk in û bi tenê Turkiyê danpêdanê bi wê dike.