Berevaniya Sivîl: Duh 209 bûyerên şewatê li Sûriyê çêbûne
Welat TV - Hewlêr
Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku duh 209 bûyerên şewatê li seranserî Sûriyê çêbûne, û bi dehan jê jî li nava zeviyên çandiniyê bûn.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê da zanîn ku duh, 209 bûyerên şewatê li seranserî Sûriyê çêbûne, di nav de 63 şewat li nava zeviyên çandiniyê de bûn, û 146 şwatên din li cihên cuda mîna mal, dukanan bûn.
Berevaiya Sivîl got, di encama wan şewatan de sivîlek bi awayekî sivik birîndar bû, û wekî din ziyanên madî hatine tomarkirin.
Berevaniyê her weha hişyarî da welatiyan ku agir li nêzîkî daristan û zeviyên çandiniyê vênexin, û cigare yan şûşeyan navêjin nêzîkî zeviyan.