Efrîn.. 13 sal in du bira wenda ne

Efrîn.. 13 sal in du bira wenda ne

Welat TV - Hewlêr 

13 sal in, du ciwanên ku birayê hev in wenda ne û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Genco Şebabo û birayê wî Mihemed ji 28ê Tebaxa 2013an ve wendayî ne û malbata wan tu agahiyan li ser wan nizanin.

Îro 11ê Hezîrana 2026an, Yehya Şebabo bavê wan ciwanan e, ji Welat TV re got, ji Efrînê derdiketin li ser rêya Ezaz û Soran hatin revandin ku hejmara wan 5 basên rêwiyan bûn.

Yehya tekez kir ku piştî şer û pevçûnanên di navbera çekdarên Artêşa Azad û Eniya Nusra her weha tevgera Nûredîn Zingî de di perçevîdyoyeke sala 2018an ji bajarê Babê min kurê xwe Genco dît.

Yeyha di rêya Welat TV re bang li aliyên berpirs kir ku kar li ser diyarkirina çarenivîsa wan û serbestberdan wan kir.

Genco jidayîkbûyê 1983yan e û bavê zarokekê ye, birayê wî Mihemed jidayîkbûyê 1997an e ji gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ne.