NBC: Emerîka û Îranê rêkeftinek îmze kiriye û çekên etomî dê tune bin
Welat TV - Hewlêr
Toreke ragihandinê ya Emerîkî li ser zarê serokê wî welatî ragihand ku Emerîka û Îranê gihîştine rêkeftinekê û doseya çekên etomî ya Îranê çareser dibe.
Tora NBC li ser zarê Donald Trump got ku Emerîka û Îranê rêkeftineke baş îmze kiriye û çekên etomî dê tune bin.
Derbarê wê rêkeftinê, malpera Axios ji berpirsekî Emerîkî veguhest ku bîrnameya lihevtêgihiştinê dê agirbest bo heyama 60 rojî dirêj bike û ew agirbest Libnanê jî li xwe digire.
Axios da zanîn jî ku Trump li ser kêmkirina asta Yoranyoma pîtandinî li Îranê bi serperiştiya Netewên Yekgirtî erê kiriye.
Malperê diyar kir ku li gorî bîrnameyê tengava Hurmuzê yekser tê vekirin bê sepandina bacên derbasbûnê li ser gemî û keştiyan.
Li gorî wî berpirsê Emerîkî, bîrnameya lihevtêgihiştinê hate îmzekirin piştî danûstandinan di navbera navbênkarê Qeterî û Wezîrê Derve yê Îranê de.