Der´a.. Agir bi molekê ket û gelek dukan şewitîn

Der´a.. Agir bi molekê ket û gelek dukan şewitîn

Welat TV - Hewlêr

Agir bi hejmarek dukan li nava molekê li Der´ayê ket û ziyanên madî yên mezin hatin tomarkirin.

Sibeha îro agir bi molekê li bajarê Der´ayê ket û hejmarek dukan di hundirê molê de şewitîn bê ku ziyanên canî werin tomarkirin.

Ziyan zêde di taqê duyem ê mole de hatin tomarkirin, û gelek dukan bi temamî şewitîn.

Li gorî jêderên xwecihî, ew agir ji encama şorteke elekitrîkê bi mole ket.

Berevaniya Sivîl a Sûrî di daxuyaniyekê de da zanîn ku ji destpêka meha Hezîranê ve û ta 11 mehê, 1,981 şewat li seraserî Sûriyê çêbûne. Di wan agiran de gelek ziyanên canî û madî hatine tomarkirin.