Brîtanya.. Jineke ji Rojavayê Kurdistanê xelata "Baştirîn Xwendekarên Ilhambexş" wergirt
Welat TV - Hewlêr
Jineke ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê xelateke Baştirîn Xwendekarên Ilhambexş li bajarê Manchester wergirt.
Semer Hisên li bajarê Manchester yê Brîtaniya xelata Baştirîn Xwendekarên Ilhambexş "Inspiring Students" bo sala 2026an bi dest xist.
Ji nava nêzîkî 15 hezar xwendekarên peymangeh û zanîngehên devera Manchestera Mezin li rojavayê Brîtaniya, hate hilbijartin.
Semer xelka gundê Til Cemanê yê gundewarê Dêrikê ye û ev 2 sal in li Brîtaniya dijî.
Li zanîngeha Şamê beşê Ciyolociya xwendiye, û li kolêja Manchester "Bîrkarî, Zimanê Inglîzî û Wergerandin" xwendine, û di heman demê de weke mamosteyeke xwebexş a bîrkarî, waneyan dide.