Yekîtiya Ewropayê piştevanî û alîkariya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir

Yekîtiya Ewropayê  piştevanî û alîkariya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir

Welat TV - Hewlêr

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê tekezî li ser piştevanî û alîkariya Yekîtiya Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û serexweşî li kesûkarên qurbaniyên êrîşa li ser Zeviya Kormorê kir.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê Thomas Seiler duh li ser tora civakî “X” serexweşî li kesûkarên qurbaniyên êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê kir û selametî ji birîndarên re xwest.

Thomas Seiler diyar kir, êrîşê ziyan gihandine welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê, da zanîn jî “Yekîtiya Ewropayê dê zêdetir bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re li ser ewlehî, seqamgêrî û çaksaziyê alîkar be”.

Şeva 26ê Nîsanê dronekê zeviya Kormor ya gazê li qezayê Çemçemalê li Herêma Kurdistanê armanc kir, di encamê de, 4 welatiyên Yemenî canên xwe ji dest dan û zevî rastî ziyanên mezin hat.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî ev êrîş şermezar kir û banga lêkolîneke bilez di vê derbarê de kir.

Her weha, Balyoza Emerîkî li Îraqê Alina Romanowski û Şandeya Taybet a Neteweyên Yekgirtî bo Îraqê (UNAMI) ev êrîş şermezar kir û banga lêkolênê di vê derbarê de kir.

Zeviya Kormorê ya ku Hikûmeta Herêmê ji sala 2003yan ve bi rêve dibe dikeve sinorê navçeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê, mezintirên zeviya gazê li Îraqê ye, rûbera wê 135 kîlometrên çargoşe ye, her roj 4 hezar û 200 mêgawatên elekitrîkê berhem tîne ku du hezar û 800 mêgawat ji bo Herêma Kurdistanê ne “67% ji eliktrîka Herêmê” û yên mayî jî ji her du parêzgehên Kerkûk û Mûsilê re tên şandin.