Elmanya.. Xula (Kurdistan) a topa pê li Bochumê dest pê kir

Elmanya.. Xula (Kurdistan) a topa pê li Bochumê dest pê kir

Welat TV - Hewlêr

Xuleke topa pê ya taybet bi Kurdên li diyasporayê bi navê (Xula Kurdistan) îro li bajarê Bochum yê Elmanyayê dest pê kir.

Di wê xulê de, 32 tîm ji Elmanya û welatên din ên Ewropayê beşdar in.

Tîmên beşdar Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê li xwe digirin, rêjeya herî zêde di nav wan de ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.

Rêkxirên xulê dibêjin ku ji armancên wan nêzîkirina Kurdên li Ewropayê û pêşxistina lîstitikvanan e.

Ev çaremîn sal e, ku ev xul li Elmanya tê lidarxistin û bi hezaran Kurdên diyasporayê beşdarî vî çalakiya werzişî dibin.