Welatiyekî Kobaniyê banga vegerandina keça xwe ya 15 salî dike

Welatiyekî Kobaniyê banga vegerandina keça xwe ya 15 salî dike

Welat TV - Hewlêr

Malbateke ji bajarê Kobaniyê banga vegrandina keça xwe ya 15 salî dike.

Newroz Hemilo ji beriya salekê ve hatiye revandin û ta niha tu zanyarî li ser tune ne.

Mistefa Hemilo bavê Newrozê ye ji Welat TV re got, "Keça min Newroz a 15 salî ji beriya salekê ve ji bo leşkeriyê hatiye revandin, û ta niha em tu agahî û zanyariyan li ser nizanin û hewlên me yên ji bo diyarkirina cihê wê bi ser neketin".

Hemilo diyar kir "Em di rewşeke mirovî ya xerab de dijî, hevjîna min nikare tevgerê bike ji ber ku pûçbûn pê re çêbûye, ez jî kesekî bitemen im û bi zehemtî dikarim xizmeta hevjîna xwe bikim, û kesekî me tune ye".

Mistefa Hemilo bang li HSD kir ku da ku keça wan li wan vegerîne.

Malbat ji gundê Metîn yê ser bi navçeya Çelebiyê ya Kobaniyê ve ye.