Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya salvegera damezrandina xwe li Rojavayê Kurdistanê vejand
Welat TV - Hewlêr
Duh 14ê Hezîranê 69emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bû, li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, û Herêma Kurdistanê û Ewropayê ev roj hate vejandin.
Di çalakiyan de, serkirdeyên Partî, siyasetmedarên Sûrî û berpirs û nûnerên aliyên siyasî beşdar bûn.
Li Rojavayê Kurdistanê li her yek, Qamişlo, Hesekê, Efrîn, Dêrik, Girkê Legê û bajar û bajarokên din ev roj hat vejandin.
Di ahangên vejandinê de, gotarên siyasî, helbest, dîlan û stran hatin pêşkêşkirin.
Beriya 69 salan Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya weke pêswîstiyeke dîrokî ji bo berevaniyê di ber mafên gelê Kurd de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hate damezrandin.
PDK-S di nameya bîranîna damezrandina xwe de tekez kir ku Ew giringiyê dide beşdariya çalak û berpirs li gel tevaya hêzên niştîmanî di avakirina pêşeroja Sûriyê de, ji bo pêkanîna ewlehî, aramî, dadmendî û welatîbûna yeksan bo tevaya Sûriyan.