Wezareta Navxwe: DAIŞ êrîşî navendeke ewlehiyê li Reqayê kir, kuştî û birîndar hene
Welat TV - Hewlêr
Êrîşeke çekdarî li dijî navendeke ewlehî ya hikûmeta Sûriyê li Reqyê hate encamdan û kuştî û birîndar hene.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 endamên DAIŞê êrîşî baregeheke fermandariya ewlehiya navxwe li Reqayê kir, û pevçûn di nava wan û hêzên ewlehiyê de derketin, endamekî DAIŞê hate kuştin û yê din dema ku hate dorpêçkirin xwe teqand.
Wezaretê diyar kir ku di encama wê teqînê de, endamekî hêzên ewlehiyê hate kuştin û 3 birîndar bûn.
Ji destpêka salê ve, rêxistina DAIŞ a terorîst hejmarek êrîş li dijî hêzên ewlehiyê li Sûriyê encam dane, tê de ziyanên canî û madî hatine tomarkirin.