Nêçîrvan Barzanî, Tom Barrack û Mezlûm Ebdî civiyan

Nêçîrvan Barzanî, Tom Barrack û Mezlûm Ebdî civiyan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê û Iraqê Tom Barrack îro 16ê Hezîrana 2026an, li Hewlêrê civiyan.

Di civînê de, hejmarek mijarên siyasî û pêşhateyên li Herêma Kurdistan, Iraq û deverê haitn gotûbêjkirin. 

Piştî wê civînê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şandiyê Emerîkî Tom Barrack û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî civiyan. 

Beriya wê Şandiyê Emerîka bo Sûriyê û Iraqê Tom Barrack li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû. 

Li gorî zanyariyan, biryar e Şandiyê Emerîka bo Sûriyê û Iraqê Tom Barrack li gel Serok Barzanî bicive.