Kirîza xaza malan li Kobaniyê dijwar bûye û nirxê butlekê digihe 16 dolaran
Welat TV - Hewlêr
Kirîza xaza malan li Kobaniyê dijwar bûye û butla xazê ya ku bi awayekî azad tê firotin bi derdora 16 dolarên Emerîkî ye.
Jêderên Welat TV li Kobaniyê da zanîn ku kirîza xaza malan li bajêr djiwar bûye û gelek waltî nikarin butleke xazê bi des bixin.
Li gorî jêderan, nirxê butla xazê ya ku bi rlya hikûmetê tê dabeşkirin 10 dolar in, lê divê welatî navê xwe tomar bikin ji bo wergirtinê û gelek caran nikarin bi dest bixin.
Wan jêderan diyar kir ku ev yek welatiyan neçar dike berê xwe bidin bazarê û butleke xazê bi derdora 16 dolaran bikirin, ev nirx jî gelek giran e li gorî dahatên wan.
Welatiyên Kobaniyê dema navên xwe tomar dikin ji bo wergirtina xazê, ew butlên xwe radestî aliyên peywendîdar dikin, piştî komkirina butlan bo Cizîrê tên veguhestin û dagirtin û careke din li welatiyan tên belavkirin.