Şam.. Sûriyê û Elmanya bicîkirina derencamên serdana El-Şeri´ bo Berlînê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî û Wezîra Dewletê û Cîgira Wezîrê Derve yê Elmanya Serab Gûler gavên piraktîkî ji bo karakirina hevpariya Sûrî – Elmanî gengeşe kirin.
Îro Es´ed El-Şeybanî û Serab Gûler li Şamê civiyan û hejmarek mijarên gêdayî Sûriyê û deverê gotûbêj kirin.
Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku, di civînê de, gavên piraktîkî ji bo karakirina hevpariya Sûrî – Elmanî û bihêzkirin û berfirehkirina kartên wê bi taybetî karta weberhênanê, encûmena karsazan a hevbeş û kompaniyên taybet, hatin gengeşekirin.
Li gorî Wezareta Derve, her weha civîn li ser hewldanên hevbeş ji bo piştgiriya seqamqîriyê li deverê rawestiya.
Wezaretê got jî ku herdu aliyan şopandina bicîkirina derencamên serdana serokê Sûriyê Ehemed El-Şeri´ bo Berlînê gotûbêj kir.
29ê Adara bûrî El-Şeri´ gihîşt Elmanya û li gel berpirsên pilebilind ên Elmanya civiya, serdana El-Şeri´ 3 doseyên sereke li xwe girtin: (Doseya Penaberan, Hevkariya Abûrî û Dubare Avakirin û Danpêdana Siyasî û Diplomatîk).