Desteya Weşanê ya Israîlê: Emerîka fişarê dike ji bo dubar destpêkirina danûstandinên Sûriyê û Israîlê

	Desteya Weşanê ya Israîlê: Emerîka fişarê dike ji bo dubar destpêkirina danûstandinên Sûriyê û Israîlê

Welat TV - Hewlêr

Desteya Weşanê ya Israîlê ragihand ku Emerîka fişarê dike ji bo dubare destpêkirina danûstandinan di navbera Sûriyê û Israîlê de.

Desteya Weşanê ya Israîlê ev yek li ser hin jêderan veguhest û diyar kir ku danûstandin dê bi rêya nexşerêyek paralêl re ji danûstandinên rasterast ên di navbera Libnan û Israîlê de bi rê ve biçin.

Li gorî wan jêderan, serokê Emerîka Donald Trump hewla dubare destpêkirina danûstandinan di navbera Sûriyê û Israîlê de dide ji bo beşdarkirina serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ di şerê li dijî ”Hizbulah” de.

Şeva bûrî Donald Trump di çarçoveya beşdariyê di lûtkeya G7 de got ku Sûriyê dê karekî baş li dijî Huzbulah li Libnanê encam bide.

Beriya çend rojan Ehmed El-Şeri´ diyar kir ku gotegotên derbarê derbasbûna Sûriyê bo Libnanê dûr ji rastiyê ne.