Xwepêşandanên Siwêdayê berdewam in.. Efserine rêjîmê hatin girtin û girjî zêde bû
Welat TV - Hewlêr
Bi sedan xwepêşander îro li qada Elkerama li navenda Siwêdayê kom bûn, banga azadî, guhertina siyasî û serbestberdana girtiyan kir.
Xwepêşanderan siloganên ku setemkariyê şermezar dikin û tekeziyê li ser aştiyê dikin, hildan.
Di vê derbarê de, hejmarek çalakvan û siyasetmedarên bajêr di daxuyaniyekê de ragihand, tê de diyar kir, ev 9 mih in xwepêşandan bi şêweyekî aştiyane ji bo guhertina siyasî û bicîkirina biryarên nadewletî berdewam in.
Amaje kir, rêjîma Sûrî hêzên ewlehî yên zêde tîne Siwêdyê ji bo tirsandina xelkê û rawestandina xwepêşandanan.
“Girjî derketin holê.. Efserine Rêjîmê hatine girtin”
Jêderên xwecihî duh dane zanîn, rêjîmê zêdetirî 50 alavî leşkerî anîne Siwêdayê û li Balafirxaneya Xelxela ya leşkerî bi cih bûn.
Di rojên borî de, girjî li bajêr zêde bû, welatiyan hejmarek efserên hêzên rêjîmê girtin da ku fişarekê li ser wê bikin ji bo serbestberdana xwendekarekî zanînngehê.
Xwendekarê zanîngehê Danî Obeyd ji ber piştevaniya wî ji xwepêşandanan re li ser torên civakî hate girtin, piştî girtina efseran rêjîme ew serbest berda û li Qada Elkerama ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin, piştî vê yekê efserên rêjîmê jî serbest hatin berdan.