Hesekê.. Bi dehan tankerên avê ji ber nebûna mazotê rawestiyane

Hesekê.. Bi dehan tankerên avê ji ber nebûna mazotê rawestiyane

Welat TV - Hewlêr

Gelek tankerên avê vexwarinê li Hesekê ji ber belavnekirina mazota taybet bi tankeran rawestiyane û kirîza avê dijwartir bûye.

Jêderên xwecihî kurte vîdeyoyek belav kir, di wê vîdyoyê de diyar e ku bi dehan tankerên avê di sireyê de li pêş westegeheke sotemeniyê rawestiyane lê mazota taybet bi tankeran li ser wan nayê belavkirin.

Vîdyo diyar dike ku ajokarên wan tankeran ne razî ne û banga dîtina çareseriyekê ji kirîza sotemeniyê re dikin.

Ev yek di demekê de ye, ku ava wetgeha Elok ev çend sal in ji ser Hesekê hatiye birîn û xelk ava vexwarinê ji tankeran dikire.

Duh jî bi sedan foksên hêla hindirîn bi sedema wernegirtina para mazotê, karê xwe rawestand kirîzek di tevgera çûnûhatina welatiyan de dewrket.