Berevaniya Sivîl: Armanca êrîşên mûşekî yên rêjîmê kuştina hejmareke zêde ji welatiyan ne

Berevaniya Sivîl: Armanca êrîşên mûşekî yên rêjîmê kuştina hejmareke zêde ji welatiyan ne

Welat TV – Hewlêr

Dezgeha Berevaniya Sivîl a Sûrî tekez kir ku êrîşên mûşekî yên rêjîma Sûrî rêbazkirî ne, armanca wan kuştina hejmareke zêde ji welatiyan ne.

Berevaniya Sivîl di raportekê de ragihand, hêzên rêjîmê û milîsên bi ser ve berdewam in di êrîşên xwe yên mûşekî de yên ku nişteciyên Bakur Rojavayê Sûriyê armanc dikin.

Da zanîn derengiya şeva borî, otombîleke sivîl li gundê Bircka nêzîk bajarê darit Iza li Rojavayê Helebê hate armanckirin, di encamê de, ciwank hate kuştin û bavê wî jî birîndar bû.

Serbar kir, 12ê Nîsanê hêzên rêjîmê otombîleke sivîl li nêzîk gundê Kefirintîn li Rojavayê Helebê armanc kir, di encamê de, 7 sivîl di nav wan de zarokek û jinekê birîndar bûn.

Diyar kir, di Adarê de jî, di encama sê êrîşên rêjîmê û milîsên bi ser ve de, zarokek hate kuştin û 4 sivîl birîndar bûn.

Berevaniya Sivîl tekez kir, divê civaka navdewletî sînorekî ji van êrîşan re deynê û rêjîmê û Rûsiya li ser tawanên wan yên ku rojane zêde dibin siza bike.