Desteya Danûstandkar: Em hewl didin rêjîm û hevalbendên wê proseya siyasî têk nedin
Welat TV - Hewlêr
Desteya Danûstandkar a Sûrî hevdîtineke şêwirî li gel nûnerên rêxistinên sivêl û dezgehên pispor di karûbarên Sûriyê de duh li Bruksel paytexta Belcêka li dar xist.
Di hevdîtinê de, serokê desteyê Dr. Bedir Camûs û endamên desteyê Tariq Kurdî û Elîs Mifric beşdar bûn.
“Hewla ektîvkirina proseya siyasî”
Camûs behsa rewşên siyasî yên xwecihî, herêmî û navdewletî di dema niha de kir û tekezî li ser pabendbûna desteyê bi biryarên navdewletî bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 kir.
Ajmaje kir, deste hewl died têkliyê bi aliyên navdewletî bi taybetî yên Ewropî û endamên encûmena ewlehî re bike ji bo ektîvkirina proseya siyasî û pabendkirina rêjîmê û hevalbendên wê bi proseyê.
“Doseya girtiyan”
Camûs li ser doseya girtiyan û karê desteyê yê cidî ji bo misogerkirina biryarên navdewletî di vê derbarê de ji beriya destpêkirina proseya siyasî rawestiya.
Ji aliyê xwe ve, seroka komîta girtiyan di desteyê de, Elîs Mifric, behsa hewlên desteyê ji bo mayîna doseya girtiyan li ser mêzên rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir.
Tariq Kurdî jî tekezî li ser girîngiya berevaniyê di ber penaberên Sûrî de li welatên derdorê bi taybetî li Libnanê kir.
“Kongireya Brukselê ya 8an”
Şanda desteyê duh gihîşt Brukselê ji bo beşdarbûnê di Kongireya Brukselê ya 8an de.
Yekîtiya Ewropayê ragihandibû, Kongireya Brukselê ya 8an ji bo piştevaniya pêşeroja Sûriyê û deverê, bi beşdarbûna 800 kesî dê di 30 Nîsanê de were lidarxistin û dê bi hemû rêkarên pêkan ji bo piştevaniya çareseriya siyasî li gorî biryara 2254 rabe.