Penaberekî Sûriyê li Libnanê bi kêran hat kuştin
Welat TV - Hewlêr
Li Libnanê penaberekî Sûriyê 28 Nîsanê bi destê welatiyekî Libnanê hat kuştin.
Çalakvan Mistefa Şêxo ji Welat TV re got: Duh bi şevê li taxa Dewra ya Beyrûtê, penaberekî Sûriyê bi destê welatiyekî Libnanê hat kuştin.
Da zanîn: Navê wî Emar Elelî ye ji bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê ye, bi regez tirkiman e.
Eşkere kir: Ji ber şerekî navbera wî û hejmareke welatiyên Libnanî de, bi kêran hat kuştin, ta niha sedema derketina şer ne diyar e.
Tekez kir: Girjî û nakokî li deverê bi giştî berdewam in, nijadperestên Libnanî dixwazin Sûriyan derxînin.
Beriya çend rojan li taxa Burc Hemûd a Beyrûtê, nijadperestên Libnanî êrîşî penaberên Sûriyê kir, rewşek levlîhevî dirust kir. Pişt re artêşê destêwerdan kir.