El-Huserî: Pêşketin di danûstandinên Sûriyê û Elmanya de heye ji bo destpêkirina geştên esmanî

El-Huserî: Pêşketin di danûstandinên Sûriyê û Elmanya de heye ji bo destpêkirina geştên esmanî

Welat TV - Hewlêr

Serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl û Veguhestina Esmanî li Sûriyê Umer El-Huserî ragihand ku pêşketin di danûstandinên Sûriyê û Elmanya de heye ji bo rakirina qedexeyê ji ser geştên esmanî di navbera herdu welatan de.

Umer El-Huserî di daxuyaniyekê de got ku pêşketin di peywendiyên teknîkî û fermî de di navbera Sûriyê û Elmanya de heye ji bo rakirina qedexeyê ji ser geştên esmanî di navbera herdu welatan de û dubar destpêkirina geştên esmanî yên rasterast piştî salan ji rawestiyane.

El-Huserî da zanîn jî: Tê pêşbînîkirin ku di nîvê yekê yê meham bê de biryara dawî ya Elmanya di vê derbarê de derkeve ji bo destpêkirina geştên rasterast piştî temamkirina pêwîstiyên rêxistinî û teknîkî.

Li gorî El-Huserî, Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê amadekariyan dike ji bo encamdana serdaneke fermî bo Elmanya di dema bê de, bi armanca temakirina danûstandinên teknîkî û yasayî û îmzekirina rêkeftineke veguhestina esmanî ji bo rêkxistina tevgera balafirvaniyê di navbera herdu welatan de.

Tevgera esmanî ya rasterast di navbera Sûriyê û Elmanya ji 2012an ve rawestiyaye, piştî sizayên Yekîtiya Ewropayê li ser saziyên Sûriyê di nav de saziyên balafirvaniyê.