2 zarok bi hev re li Amûdê bin av bûn

2 zarok bi hev re li Amûdê bin av bûn

Welat TV - Hewlêr

Li gundewarê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, du zarok bi hev re xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Jêderên xwecihî dane zanîn: Dema hewl didan avjeniyê bikin du zarok ku ji gundê Bihêra ne li gola ava Keramê yê gundewarê Amûdê, bin av bûn û mirin.

Jêderan gotin: Zarokek 10 salî ye û yê din 15 salî ye, şivantiya pezê xwe dikirin.

Şêniyên gund dibêjin: Piştî barana bihêz a li deverê bariyaye, kortekek li nêzîkî gund tijî av bûye.