Bahozê li şamê dar hil kirin û xwendekarek kuşt
Welat TV - Hewlêr
Li Şama paytexta Sûriyê bahoz rabû, dar hil kirin û welatiyek kuşt.
Torên civakî belav kirin: Mistefa Elbiqayî dema li parka Tişrîn rûniştibû ji ber bahozeke bihêz darek di ser de ket û kuşt.
Calkvanên torên civakî gotin: Ciwan li gel bav û dayîka xwe rûniştibû, bi xwe xwendekarê kolêja pizîşkiyê li zanînegeha Şamê sala dawiyê dixwend.
Li gorî keşnasiyê li Şamê, gundewarê wê û hin deverên din rewş ne aram û ne seqamgîr e.