Sûriyê rojnamevaneke Elmanî ji zîndanê berda

Sûriyê rojnamevaneke Elmanî ji zîndanê berda

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Sûriyê ragihand ku ew razî bûye rojnamevaneke Elmanî ji zîndanê derxe û bo welatê wê were vegerandin.

Rêveberiya Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Sûriyê ji ajansa Sana re eşkere kir, ku wan doseya welatiya Elmanî Êva Mariya Mîşîlman bi hemahingî li gel aliyên pêwendîdar û balyozxaneya Elmanya li Şamê, şopandiye.

Li gorî ku jêderê gotiye, ew welatiya Elmanî li deverên bakurê Rojhilatê Sûriyê bû û li gel HSD beşdarî di operasyonên leşkerî de li Reqayê kiriye, û li gel berpirsekî PKK piştî ku bi şêweyekî ne rewa derbasî Sûriyê bûye, hatiye girtin.

Rêveberiya Ragihandinê ya Wezareta Derve diyar kiriye, ji ber giringîpêdanê bi pêwendiyên dualî yên Sûriyê û Elmanya, desthilatdarên Sûriyê daxwaza dersînorkirina wê bo welatê wê, qebûl kiriye.