Rêber Ehmed: Divê zemîneke guncaw li Sûriyê hebe da ku penaber vegerin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed da zanîn ku penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê bi biryarekê nehatine da ku bi biryarekê vegerin û pêwîstiya vegera wan bo welatê xwe jîngeheke ewleh heye.
Rêbere Ehmed ev yek şeva bûrî di çarçoveya beşdariyê di ahenga Roja Cîhanî ya Penaberan de li Hewlêrê ji Walat TV re ragihand û diyar kir ku divê zemîneke guncaw li ser astên ewlehî, aramî, seqamgîrî û xizmetguarî peyda bibe da ku penaber bikaribin vegerin welatê xwe.
Ehmed got jî: Dema ku zemîneke guncaw ji bo vegera penaberan bê peydakirin, ew ê bi xwe vegerin û pêwîst nake ku biryar were dan ji bo vegera wan.
Duh, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi bûneya Roja Cîhanî ya Penaberan ahengek li Hewlêrê li dar xist, tê de berpirsên pilebilind yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên rêxistinên navdewletî beşdar bûn.
►Her weha bixwîne.. Mûsa Ehmed: Hîn rewş li Sûriyê ne guncaw e ji bo vegera penaberan