Mûsa Ehmed: Hîn rewş li Sûriyê ne guncaw e ji bo vegera penaberan

Mûsa Ehmed: Hîn rewş li Sûriyê ne guncaw e ji bo vegera penaberan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed da zanîn ku doseya penaberên Rojavayê Kurdistanê di her kombûneke wan a navdewletî de beşdar e da ku rewşa wan li kampên penaberiyê yên li Herêma Kurdistanê baş bikin.

Mûsa Ehmed ev yek şeva bûrî ji Welat TV re ragihand û diyar kir ku penaberên Rojavayê Kurdistanê ji roja yekê ve li ser raspardeya Serok Barzanî mêvanên Herêma Kurdistanê ne.

Mûsa Ehmed diyar kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hemû hewlan dide li ser astên xizmetguzarî û rêvebirinê da ku penaber hest bikin ku ew li mala xwe ne.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kir ku alîkariyên navdewletî yên ji bo penaberan kêm bûne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane 17 milyar dînar ji bo penaberan terxan dike.

Mûsa Ehmed diyar jî kir hîn rewş li Sûriyê ne guncaw e ji bo vegera penaberan.

Duh, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi bûneya Roja Cîhanî ya Penaberan ahengek li Hewlêrê li dar xist, tê de berpirsên pilebilind yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên rêxistinên navdewletî beşdar bûn.